KJK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da û got:
“Tecrîd berdewamkirina krîza li Rojhilata Navîn e.
Çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo dibe.
Em ê heta dawiyê li dijî zîhniyetên komploger û komplogeran şerê vîna azad bidin.”
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Apo daxuyaniyek da.
KJK’ê diyar kir ku hemû dewlet, hêz û kesayetên ku komplo plan kirine û pêk anîne şermezar kir û got:
“Em hemû şehîdên li dora Rêber Apo xwe kirin xelekek ji agir bibîr tînin.
Di salvegera 27’an a komployê de em careke din soza mezinkirina vê têkoşînê didin.”
KJK’ê destnîşan kir ku Komploya li dijî Rêber Apo asta êrîşa li dijî azadiya jinê nîşan dide û wiha anî ziman:
“Tecrîd berdewamkirina krîza li rojhilata navîne. Êrîşa li dijî Rêber Apo destpêka şerê cîhanê yê 3’yemîn bû. Rêber Apo bi paradîgmaya ku li herêmê bi pêş xistiye re krîza gelan û mêtingeriya kûr a bi armanca komployê xwestin ava bikin, vala derxistiye. ”
KJK: Pêngava azadiyê her diçe berfirehtir dibe
KJK’ê anî ziman ku paradîgmaya Rêber Apo bûye hêviya mirovahiya cîhanê û wiha pê de çû:
“Îro hemû ramanger, fîlozof, siyasetmedar, ekolojîst û jinên cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo dixebitin.
Pêngava azadiyê her diçe berfirehtir dibe.
Hemû jinên cîhanê bi çalakiyên xwe komploya li ser Rêber Apo vala derxistin.”
KJK’ê diyar kir ku li dijî hêzên desthilatdar ên ku komplo plan kirin divê li ser bingehê azadiya Rêber Apo gav bên avêtin û got:
“Divê em di nava hemû gel û jinên cîhanê de zanebûn, ziman, jiyan û sîstema mirovên azad biafirînin. Li dijî komployê hêzên YJA Star û HPG’ê tevlîbûna herî xurt ji pêngava azadiyê re çêdikin. Gelê Kurd û jinên Kurd wê xizmeta ku PDK’ê ji AKP-MHP a qirker re kirî û xiyaneta wê ya dîrokî, ji bîr nekin. Eger PDK nebe, ne pêkan e ku dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê de yek gavê jî bavêje.”
“Çareseriya pirsgirêkan li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan e”
KJK’ê da zanîn ku Gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî halê komployê ya nûbûyî, li ber xwe didin û wiha berdewam kir:
“Xwedî derketina li xeta çalakiya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, xwedîderketina li xeta netewa demokratîk e. Em bang li hemû jinan, ciwanan û gelê xwe dikin ku li dijî tecrîdê çalakiyan lidarbixin. Li Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirêkên civakî bi azadiya rêber apo pêkan e.”
Li Oslo û Frankfurtê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin



