Partiyên siyasî, kongre, inîsiyatîf, meclis û tevegerên li bajarê Qamişlo û nûnertiyên saziyên Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyek hevbeş banga tevlîbûna meşa 9`ê Cotmehê ya ku dê li bajarê Qamişlo bê lidarxistin, kirin.
Daxuyanî bi amadebûna şêniyên bajarê Qamişlo, endamên partiyên siyasî, tevger û inîsyatîfên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo hate dayîn.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Endamên Inîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Necah Gulo û bi zimanê Erebî ji hêla Silêman Ehmed ve hate eşkerekirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ew Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji bo tevlîbûna meşa 9`ê Cotmehê bang li welatiyên li bajarê Qamişlo, bajar, bajarok û gundên girêdayî wê kirin.
Meş ji çerxerêya Osman Sebrî saet 10:30`an dest pê dike.
- Inîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan.
- Inîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê.
- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
- Kongra Star
- Meclisa Malbatên Şehîdan
- Kongra Îslama Demokratîk
- Meclisa Rûsipyan
- Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND)
- Partiyên siyasî
- Hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk
- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê
- Hemû kesayetên civakî, çandî û siyasî



