Artêşa Îsrîlê ev cara duyemîn e ku di vê hefteyê de operasiyona bejahî li başûrê Lubanê radighîne.
Şevê din balafirên Îsraîlê tarîtiya şeva başûrê Beyrûtê ronî kir
Rayedarên Lubnanê diyar kirin ku di êrîşan de 3 jê zarok 12 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.
Şerê Îsraîlê û Hizbullah heta niha jî sar nebûye.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku hêzên wan operasyona bejahî li başûrê Lubnanê dest pêkir.
Adraee diyar kir ku Firqeya Celîl ya 91’an bi dehan çekdarên Hizbullah kuştin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê bang li Lubnaniyên bşûrê welat kir ku venegerin malên xwe heya ku em agahiyê bidin.
Ragihandina ku şerê li başûrê Lunanê dişopîne radighînin ku Îsraîlê hêzên xwe li ser sînor zêde dike lê hewildanên derbasbûnê gelekî sînordarin.
Li aliyê din Hizbullah jî ragihand ku wan cihê hêzên Îsraîlê yê li parka Maron bi mûşekan bombebaran kir.
Lê heta niha Hizbullah bi daxiyaniyeke fermî ti dagirkirina bajar û bajrokên başûrê Lubnanê eşkere nekiriye.
Şevê din balafirên Îsraîlê bi êrişên xwe tariya şevê ronî kir.
Ev êrişê dijwar li ser başûrê Beyrûtê pêk anî.
Ajansa nûçeyan a dewleta Lubnanê ragihand ku herî kêm 30 teqîn pêk hatine.
Rayedarên Lubnanê diyar kirin ku di êrîşan de 3 jê zarok 12 kes kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.
Leşkerekî Îsraîlê li başûrê Lubnanê hate kuştin
Ajansa nûçeyan ya Şeriq el-ewset da zanîn ku di şerê Hizbullah û Îsraîlê li başûrê Lubnanê leşkerekî Îsraîlê hate kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê du hefteyên dawî de hatine kuştin, 2 hezarî derbas kir.



