Asayîşê diyar kir ku operasyona li bajarê Şedadê û Erîşe û gundên derdorê ku li ser bangewaziya şêniyan û rûspiyan pêk hatibû bi serkeftî bi dawî bûye.
Li gorî Asayîşê di operasyonê de 54 kes hatin girtin û bi wan re gelek cureyên cekan hatin destserkirin.
Asayîşê anî ziman ku ew ê nahêlin tu şane xwe li herêmê bi rêxistin bikin.
Doh Asayîşê li başûrê Hesekê operasyonek ewlehiyê da destpêkirin.
Asayîş: Di operasyonê de 54 tawanbarên dizî û kuştinê hatin girtin
Di operasyona li bajarê Erîşe û Şedadê de 54 kes hatine girtin ku destê wan di gelek sûcan de heye.
Ji rêveberên Asayîşê Mehmûd El Hesen derbarê operasyonê de ji televezyona me re axivî.
Mehmûd El Hesen diyar kir ku Asayîşê li ser daxwaz û bangewaziyan şêniyên herêmê û rûspiyên bajarê Şedadê ev operasyon li dar xistiye.
El Hesen eşkere kir ku operasyona wan bi serkeftî bi dawî bû û di operasyonê de 54 kes hatin girtin.
Mehmûd El Hesen destnîşan kir ku destê van kesan di dizî û şêlandinê de heye û got:
“Bi wan miqdarên mezin ên çekên takekesî, bombe, amûrên bêtêlê, hatin destserkirin.”
El Hesen spasiya şêniyên Şedadê jî kir ku bi wan re hevkar bûn.
Mehmûd El Hesen anî ziman ku ew ê nahêlin tu şane xwe li herêmê bi rêxistin bikin û got:
“Em careke din soz didin şehîdên xwe, li ser karê xwe bin, baldar bin û hesabê ji kesên dibin sedema şehîdbûna wan, bipirsin.”



