Siyasetmedar Besîme Konca qala bandorên paradîgmaya “Azadîxwaz” û destkeftiyên ku bi xwe re aniye kir û got:Paradîgmaya azadiya jinê a Birêz Abdualh Ocalan li hemberî awayên tundiyên îdeolojîk û siyasî mekanîzmayên xweparastinê pêş xist.
Mînaka herî berbiçav jî têkoşîna Jinan a di Şoreşa Rojava ye de ye.
Siyasetmedar Besîme Konca li ser têkoşîna jinê û bandorên paradîgmaya “azadîxwaz” nirxandin kir.
Besîme Konca destnîşan kir ku paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna jinan de tevkariyeke mezin kiriye û got:
“Feelsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bi tecrubeyên Tevgera Jinên Kurd a birêz Abdulah Ocalan derket holê.
Birêz Abdulah Ocalan bi paradîgmaya azadiya jinê li hemberî awayên tundiyên îdeolojîk û siyasî mekanîzmayên xweparastinê pêş xist.
“Jin îro di hemû sazî û dezgehan de li dijî zîhniyeta serdest a mêr xweparastina xwe pêş dixin.
Meclisa jinê, partîbûn, artêşbûn û di heman demê de di qada perwerdehiyê de bi jineolojiyê bersiva modernîteya kapîtalîst dide.
Bi saya vê paradîgmayê îro jin ji nû ve afirîn û têkoşîna xwe dimeşînin.
Besîme Konca: Tevgera Jinên Kurd li Rojava bi xweparastinê bersiv dan hovîtiya DAIŞ’ê
Besîme Konca balkişand ser destkeftiyên ku jinan di şoreşa Rojava de bi dest xistin û wiha domand:
Têkoşîna azadiyê ya tevgera jinên kurd bi Şoreşa Rojavayê re pêvajoyeke gerdûnîbûnê ya giran derbas kir.
Tevî ku hemû cîhan li hember qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî jinên kurd li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û jinên êzdî li Şengalê bêdeng ma, tevgera jinên kurd bi xweparastinê bersiv dan vê yekê.
Besîme Konca: Birêz Abdullah Ocalan yekemîn Rêber e ku banga Şoreşa Jinê kiriye
Siyasetmedar Besîme Konca herî dawî pêkanîna komploya navneteweyî ya li ser rêber Apo bi bîrxist û wiha got:
Birêz Abdullah Ocalan yekemîn rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye.
Dema daxwaza azadiya gelê kurd dike, dibêje navenda bingehîn a civakê jin e.
Birêz Ocalan di warê têkoşîneke giştî de dikare bibe yekemîn, rêberê ku azadiya jinê wekî azadiya xwe dibîne û dibe tevgereke ronakbîrî.



