Ji ber êrişên Îran yê dawî li ser Îsraîlê rewşa di navbera her du aliyan de alozbûye.
Her çiqasî Îsraîlê bersiva êrîşên Îranê nedabe jî lê Îranê hesapê êrîşekê ji Îsraîlê dike.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî Îsraîlê hişiyar kir.
Abbas Iraqçî diyar kir ku her êrîşek li ser binesaziya Îranê were kirin wê bersiv gelekî giran be.
Iraqçî vê yekê di demeke wiha de dibêje ku Îsraîl gefa bersiva êrîşa mûşekî ya Îranê daye.
Piştî ku Îranê bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir, rewşa di navbera her du aliyan de hesas bûye.
Her çiqasî Îsraîlê bersiva êrîşên Îranê nedabe jî lê Îranê hesapê êrîşekê ji Îsraîlê dike.
Berpirsekî Amerîkî: Dibe Îsraîlê cihê leşkerî û ewlehî yên li îranê bike armanc
Herî dawî berpirsên Emerîkî ji rojnameya New York Times re gotibûn ku:
”Îsraîlê wê bersiva Îranê bide û dibe ku cihê leşkerî, welehî û fermandarî li Îranê bibin armanca êrişan.”
Her wiha berpirsên ku nexwestin navê xwe eşkere bikin diyar kirin ku Îsraîlê êrîş û armanckirina cihê nûklerî wê li gorî şerê heyî hilbijêre.
Iraqçî: Çi êrîşên Îsraîlê ser binesaziya Îranê pêk bê wê bersiv dijwar be
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî ji aliyê xwe ve Îsraîlê hişiyar kir.
Abbas Iraqçî diyar kir ku her êrîşek li ser binesaziya Îranê were kirin wê bersiv gelekî giran be.
Iraqçî vê yekê di demeke wiha de dibêje ku Îsraîl gefa bersiva êrîşa mûşekî ya Îranê daye.
Ajansa Mehir ya Îranê jî ragihand ku Fermandarê Artêşa Îranê Ebdulrehman Mûsewî da zanîn ku mijara bersivdana êrîşên Îsraîlê mijareke teqez e.
Ebdulrehman Mûsewî anî ziman ku heta niha êrîşên li ser Îsraîlê ne tiştekin lê heger bersiv dan wê êrîşeke gelekî giran ji wan bigire.
Di vê navberê de Cîgirê Sekreterê Giştî Ne’îm Qasim da zanîn ku êrîşa 7 Cotmehê destpêka guhertina Rojhilata Navîn bû û Îsraîlê hew dide Hizbullah bi dawî bike.
Ne’îm Qasim eşkere kir ku ne ji piştgiriya Erûpa û Emrîkayê bûya wê ji mêj de şer rawestiyaba.
Tevlî ku rêveberiya serokatiya Emerîkayê Joe Biden li dijî êrîşa muhtemel ya Îsraîl a ser cihê nûkler yê Îranê ye lê dengê ji Til Ebîbê daxwaza bersivdayînê dikin.
Çavdêrên siyasî û leşkerî diyar dikin ku Îsraîlê nikare van êrîşan li dijî Îranê pêk bîne ji ber hêza parastisa Îranê ya ji bo cihê nûklerî gelekî asê ye.



