Îsraîlê ragihand ku di êrişên xwe yê şevê din Fermandarê Locistîka Hîzbûllahê Sûheyl Hisên El-Huseynî hatiye kuştin.
Hizbullah heta niha jî ti daxwiyaniyeke fermî di vê derbarê de nedaye.
Lê Hizbullah herî dawî bi 135 mûşekan êrîşî Îsraîlê kir.
Li bajarê Hêyfa ji ber êrişan Hizbullahê 10 Îsraîlî birîndar bûn.
Bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê bênavber dewam dike.
Vê sibehê Îsraîlê du êrîşên giran li dijî Dahiyê pêk anîn.
Rêxsitina Tenduristî ya Cîhanî ragihand ku 5 nexweşxane li Lubnanê ji xizmetê derketine.
Her wiha şevê din jî Dahiya başûrê Beyrûdê ku navendên Hîzbûllahê lê ne bû hedefa êrîşên dijwar yên nû.
Di vê derbarê de Hêzên hewayî yên Îsraîlê sibeha sêşemê daxuyaniyek da.
Di daxiyaniyê de hate eşkerekirin ku wan 120 cihê hesas yê Hizbullahê kirin armanc.
Her wiha wan êrîşî ‘Biryargeha servîsên îstîxbaratê yên Hîzbûllahê kirin.
Îsraîl: Fermandarê lojistîka Hizbullahê Sûheyl Huseynî hate kuştin
Di encamê de fermandarê lojîstîka Hîzbûllahê Sûheyl Hisên El-Huseynî hate kuştin.
Li gorî heman daxwiyaniyê Suheyl El-Huseynî berpirsê veguhestina çekan di navbera Hizbullah û Îranê de û belavkirina çekan li ser çekdarên Hizbullahê.
Lê Hizbullah weke her tim heta niha ti daxwiyanî di derbarê vê yekê de nedaye.
Tenê Hizbullahê ji aliyê xwe ve diyar kir ku wan bi fuzeyên ‘Fadî 1’ li baregeha îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê ya li başûrê Hêfayê xistine.
Hizbullahê jî weke bersiv diyar kir ku wan careke din êrîşî Teberiya ya ku bi 65 KM dûre, kirine.
Vê carê jî bajarê Heyfa yê ku li bakurê Îsraîlê dikeve bûn armanca êrişan.
Li wir ji ber van êrişan 10 Îsraîlî birîndar bûn.
Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû di salvegera yekemîn a şerê Xezeyê de diyar kir ku têkoşîna li Xezayê ya li dijî Hîzbûllahê weke ‘wezîfeyeke pîroz’ pênase kir û soz da ku dewam bike.
CNN: DYE êdî agirbesta bi Hizbullahê re naxwaze
Li gorî nûçeya CNN’ê, DYE destê xwe ji destpêkirina peymaneke agirbestê ya navbera Îsraîl û Hîzbûllahê şûştiye
CNN’ê ragihand ku DYE hewl dide ku operasyonên Îsraîlê yên li Lubnanê û bersivdana ku plan dike bide Îranê bi sînor bike.
Rayedarên DYE’yî îdîa kirin ku rêveberiya Joe Biden bi fikar e ku bi van operasyonan li Lubnanê şerekî mezin û demdirêj pêk were.



