Di derbarê şerê li Ukraynayê de Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ji malpera nûçeyan a spanî re nirxandinan kir.
Josep Borrell diyar kir ku ger ew piştgiriyê nedin Ukraynayê, şer wê di nava 15 rojan de biqede.
Borrell got ”ku lê ger wiha be wê bi vî awayî Putîn bigihêje armancên xwe.”
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, der barê şerê li Ûkraynayê de ji malpera nûçeyan a spanî re nirxandinan kir.
Josep Borrell diyar kir ku di nav wan de Ûkraynayî jî gelek kes dixwazin şer di demeke kurt de bi dawî bibe û wiha got:
“Lê ya girîng ew e ku bi çi awayî biqede.
Ger em piştgiriyê nedin Ukraynayê, şer wê di nava 15 rojan de biqede.
Lê bi vî awayî Putîn bigihêje armancên xwe.”
Borell: Têkçûna Ukraynayê ji bo ewlehiya Ewropayê xeternak e
Borrell diyar kir ku ev rewş hem ji bo ewlehiya Ukraynayê û hem jî ji bo Ewrûpayê xeternak e û got:
“Divê em her tiştî bikin da ku demê danûstandinê hat di bin şert û mercên ku ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê re guncaw in werin kirin.”
Josep Borrell di derbarê 5 salên ku nûnerê bilind ê Yekîtiya Ewropayê kiriye de jî xwe rexnedayîn da.
Robert Fîco: Ez destûr nadim Ukrayna bibe endamê NATO’yê
Li aliyê din serokwezîrê Slovakya Robert Fico diyar kir ku heta ew serokwezîr be ew ê rê li ber endamtiya Ukrayna ya NATO’yê bigirin.
Serokwezîrê Slovakyayê anî ziman ku ew endamtiya Ukraynayê di Yekîtiya Ewropayê de qebûl kiriye, lê ew bawer nake ku di salên pêş de ev yek pêk were.
Lêbelê, ew bi awayekî li dijî endamtiya NATO’yê ya Ukraynayê ye.
Robert Fîco got:
“Heya ku ez serokwezîrê Komara Slovakyayê bim, ez ê rê li ber endamên meclisê yên ku ez wek serokê partiyê di bin kontrola siyasî de dihêlim, endamtiya Ukraynayê ya NATOyê qet qebûl nekin.”
Fîco: yên dixwestin li ukraynayê şer çêbibe welatên rojava ye
Li gorî wî, ketina Ukrayna nav NATO’yê dê ji bo destpêkirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bingehek qeyîm çêbike.
Di heman demê de, Fico gotina xwe ya berê dubare kir ku yên dixwestin li Ukraynayê şer çêbibe welatên Rojava ye.
Li gorî wî, şer tenê ji ber ku rojava dixwaze Rûsan bide ser çokan didome.
Robert Fîco diyar kir ku pevçûn bi rêyên leşkerî nayê çareserkirin û got:
“Li welatekî cîranê Slovakyayê pevçûneke leşkerî heye, ku slav rastî kuştinê hatin û Ewropa bi awayekî cidî piştgirî da vê kuştinan.”



