Li Londonê Ciwanên Kurd li dijî komploya 9’ê Cotmehê û pergala işkenceyê û qirkirinê ya li Îmraliyê meşa 3 rojan ragihandin.
Meş di çarçoveya pêngava cîhanî ji bo azadiya Rêberê Apo bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat destpêkirin.
Ciwanên Kurd û dostên wan beriya meşê, li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Londonê kombûn û daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de berxedana Îmraliyê hate silavkikirin û wiha hate gotin:
“Paradîgmaya Rêber Apo li hemû cîhanê deng vedaye.
Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya konfederalîzma demokratîk komplo parçe kir.”
Beşdaran banga tevlîbûna meşa ku wê 3 rojan li herêmên navendî yên Londonê were lidarxistin kirin û gotin:
“Ji bo azadiya Rêber Apo em ê li kolan û qadan bin.
Divê gelê me tevlî vê meşa azadiyê bibe. “



