Artêşa Îsraîlê di nava rojê de, êrişî Şamê û Quneytirayê kir.
Şevê din artêşa Îsralê êrişî Şamê kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku arêtşa Îsraîlê êriş taxa El-Meza ya li Şamê kir.
Li wê taxê avahiyek li rex balyozxaneya Îranê li Sûriyê hate armanckirin.
SOHR: Di êrişê de 10 ji wan sivîl 13 kes hatin kuştin
Li gorî çavdêriyê, di êrişê de heta niha 13 kes hatin kuştin.
Ji wan 10 sivîl û 3 çekdarên hizbullah bûn, her wiha 10 kes jî birîndar bûn e.
Li gorî daneyên çavdêriya Sûriyê, ji destpêka salê û heta niha artêşa Îsraîlê 105 caran êrişî xaka Sûriyê kiriye.
Di van êrişan de, 257 kes hatin kuştin û 181 kes jî birîndar bûn.
Her wiha 191 cihê hatinbûn armanckirin bi temamî hatin rûxandin.
Artêşa Îsraîlê li Quneytira êrişî avahiyeke hêzên hikûmeta Şamê kir
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku di seatên nîvro jî balafirek bêmirov a artêşa Îsraîlê êrişî avahiyek hêzên hikumeta Şamê li parêzgeha Quneytirayê kir.
Di êrişê de, leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.



