Avahiyeke li herêma Mezê ya Şamê duh êvarî ji aliyê esîmanî ve hat êrişkirin, di encamê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku avahiya ku fermandarên Pasdarên Îranê û Hizbullah diçûnê hat hedefgirtin.
Her wiha SOHRʹê da zanîn ku Îsraîlê avahî û erebeya ku li nêzî wê sekinîbû hedef girt.
Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûriyê jî diyar kir ku di êrişê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûne.
Li aliyekî din jî çavkaniyên leşkerî yên Sûriyê aşkera kir ku avahiyeke niştecihan li herêma Mezê bi 3 moşekan ku ji aliyê Colanê ve hatine avêtin, hat hedefgirtin.
Li aliyekî din jî dezgehên çapemeniyê yên Îranê diyar kir ku tu endamekî Pasdarên Îranê di êrişa li dijî Mezê de nehatiye hedefgirtin.



