Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’a ve ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 87’an de di roja 448 de dibome.
Di çalakiyê de li ser navê koma 86’an Ezîze Teymûr axivî.
Ezîze Teymûr diyar kir ku ji azadiya Rêber Apo divê hîn zêdetir çalakî bên lidarxistin û got:
“Divê em wek gelê Kurd xwe li benda kesekî negirin, em xwe bi xwe yekîtiya xwe çêbikin, hem xwe ji bin vê zilmê derbixin û tecrîda ku li ser Rêber Apo qebûl nekin.
Em wek gelê Kurd û xelkê wargehê heta ku em Rêber Apo azad di nava xwe de nebînin, her wiha pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê çalakî û berxwedana me berdewam be.”
Piştî axaftinê koma nû bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ çalakî dewir girt.



