Konfederasyona Navbera Sendîkayan û Konfederasyona Karker a Giştî ya Katalonyayê diyar kirin ku eger mirovên ji bo cîhaneke hîn baştir têdikoşin têne dîlgirtin, nabe ku ew li hemberî vê bêdeng bin û gotin: “Ji bo cîhanek hîn baştir divê Abdullah Ocalan azad bibe.
Yek ji konfederasyonên karkeran ên herî berfireh ên Spanyayê Konfederasyona Navbera Sendîkayan-CI bi wesîleya salvegera yekemîn a pêngava azadiyê bi sernavê “Piştî salekê em bi israr in: Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji daxwazên gelê Kurd re” daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo bêyî ku mafekî wî bê misogerkirin hate darizandin û cezayê darvekirinê lê hate birîn û wiha hat gotin:
“Ev ceza veguherandin cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî û li girava Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda mutleq de hate bicihkirin.
Ji sala 2021’an ve ne malbata wî ne jî parêzerên wî karîbûn têkiliyê pê re dîne.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke CI ew soza xwe ya şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyê dubare dikin û wiha hat gotin:
“Bêguman azadiya girtiyan wê bibe gava herî girîng ji bo pêvajoyeke danûstandinan a nû ya ji bo çareseriya siyasî ya daxwazên gelê Kurd ê li nava sînorên Tirkiyê be.
Lewma tevkariyên cuda yên Abdullah Ocalan wê di çareseriya dawî ya pirsgirêkê de xwedî rola diyarker be.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd. Azadî ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re, çareseriya siyasî ji gelê Kurd re.”
CGT: Ji bo cîhaneke hîn baştir divê Abdullah Ocalan azad bibe
Konfederasyona Karkeran a Giştî ya Katalonyayê-CGT jî derbarê vê mijarê de peyamek da.
Di peyamê de diyar kirin ku ew tevlî pêngava azadiyê bûn û dixwazin piştgiriyê bidin tevgera rizgariyê ya Kurdistanê û got:
“Girtina Abdullah Ocalan ji bo ragirtina fikrên wî yên li dijî dewlet, baviksalarî û kapîtalîzmê bû.
Fikir û karên tevgera rizgariya gelê Kurd bi rêxistinên otorîter ên netewe dewletê re tên hemberî hev û ev yek ji bo dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê dibe gefek.”
CGT anî ziman ku ji bo cîhanek hîn baştir divê Rêber Apo azad bibe û wiha domand:
“Ji ber ku hevrêyên li Şoreşa Rojava li derveyî dîktatoriya semaye û netewe dewletê xwe bi rêxistin kirine û mînakeke têkoşînê ya ku hêviyeke nû dide tevgerên civakî yên li her devera cîhanê, nîşan didin.
Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji Kurdistanê re.”



