Herî daî Wezareta Koç û Koçberan ya Îraqê 452 Lubnanî li deriyê El-Qaim yê sînorî pêşwazî kir.
452 Lubnanî ji ber şer di deriyê sînorî yê Sûriyê û Îraqê derbasî Îraqê bûn.
Wezareta Koç û Koçberan ya Îraqê diyar kir ku nêzî 7 hezar koçberên Lubanî derbasî nava Îraqê bûne
Her wekî berdevkê Wezaretê Elî Ebas Cihankîr ji rojnameya Şeriq El-ewset re anî ziman ku heta niha hijmareke teqez di nava destê wan de tune ji ber Lubnanî bi gelek awayan derbasî Îraqê dibin.
Elî Ebas eşkere kir ku 4 hezar û 600 koçber weke hijmar li gel wan hatiye nivîsîn lê hîna gelek balafirgehan hijmar ji wan re rê nekirin weke balafirgeha Necif û Bexdad.
Ebas îdiayên ku dixwazin penaberên Lubnanî li Iraqê bi cih bikin red kir û got:
”Mijar ne girêdayî niştecihbûnê ye, malbat hene dixwazin biçin gel xizm û dostên xwe li hin parêzgehên Iraqê.”



