Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi boneya Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyên nivîskî dan û banga tevlîbûna çalakiyên ku wê di 12 û 13’ê Cotmehê de werin lidarxistin kirin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirna komploya navnetewî ya 9’ê cotmehê li gelek navendên Ewrupayê dewam dikin.
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) jî daxuyaniyeke nivîskî da.
YJK-S’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku 26 sal li pey xwe hişt û got:
“Rêber Apo 26 sal in berxwedanekî mezin dimeşîne û bi sekna xwe komplo vala derxist.
Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin û bibin parçeyek ji vê berxwedanê.”
YJK-S’ê di çarçoveya pêngava “Tîrêjên Rojê” li hemû bajarên Swîsreyê wê çalakiyên cur bi cur ji bo azadiya Rêber Apo li darbixe.
Her wiha bang li her kesî kir ku cihê xwe di meşa ku wê 12’ê Cotmehê bigirin.
Meş wê di saet 12:00’an de li Baselê bê lidarxistin.
TJK-F: Ji bo azadiya Rêber Apo werin em di 12-13’ê Cotmehê de dakevin qadan
Bi boneya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) daxuyaniyek nivîskî da.
TJK-F’ê destnîşan kir ku felsefeya Rêber Apo rêya jinan ronî dike û balkişand ser pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û got:
”Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin ta ku tecrîda li dijî Rêber Apo bê şikandin û fîzîkî azad bibe.”
Em bang li hemû jin, gelê xwe, dostên xwe û derdorên demokratîk dikin ku tevlî çalakiyên ku wê di 12-13’ê Cotmehê werin lidarxistin, bibin. ”



