Di nava vê sala ku şer li Xezayê diqewime rojane dîmenên xaniyên xerab e tên weşandin.
Herî dawî balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî herêma El-Falûca ya li rojavayê Kampa Penaberan a Cibaliyê kir.
Di êrîşê de 4 kes kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Heger hun bala xwe bidin dîmenan hunê bibînin ku mirin ji xelkên Xezayê bûye tiştekî normal.
Tevî ewqase kuştin û xerabûne lê dev ji bajarê xwe bernadin.
Li Şerîda Xezayê êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê didomin.
Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya li bajarê Dêr El-Belahê ragihand ku di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê de jinek mir û gelek kes jî birîndar bûn.
Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama topbarana artêşa Îsraîlê li ser malekî li navenda bajarê Dêra Belahê, 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Xebatkarê tenduristiyê jî diyar kir ku di encama bombebarana balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê ya li Kampa El-Megazî ya li navenda Şerîda Xezayê de komek Filistîniyan kir hedef û 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya El-Ewde, di encama bombebarana artêşa Îsraîlê de 4 kes birîndar bûn.
Ji heman malbatê 4 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn
Her wiha Şahidên Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezayê diyar kirin ku artêşa Îsraîlê malên Filistîniyan teqandin.
Di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser maleke li bajarokê Cîbaliyê de gelek kes birîndar bûn.
Balafirên şer ên Îsraîlê jî li herêma El-Falûca ya li rojavayê Kampa Penaberan a Cibaliyê kirin hedef, di êrîşê de 4 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Di encama bombebarana balafirên bêmirov ên Îsraîlê li taxa El Zeytûn a li başûr-rojhilatê bajarê Xezayê de, kesek mir.
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve li ser Şerîda Xezayê 42 hezar û 65 kes mirin.
Di nav bîlançoya giştî de 17 hezar zarok û 11 hezar û 378 jin mirin, 97 hezar û 886 kes jî birîndar bûn.
Hikumeta Xezayê: 400 hezar Filistînî ji ber dorpêça nexweşxaneyan bi mirinê re rûbirû ne
Li aliyê din derbarê dorpêça nexweşxaneyan Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê daxuyanî da.
Di daxuyaniya Hikumetê de, bang li civaka navneteweyî hat kirin da ku alîkariya lezgîn a sotemeniyê ji bo rizgarkirina birîndaran bê kirin.
Di daxuyaniyê de hewldana artêşa Îsraîlê ya ji bo derveyî xizmetê hiştina nexweşxaneyên li bakurê Xezayê hat şermezarkirin.
Hat destnîşankirin ku ji ber vê rewşê 400 hezar Filistînî bi mirinê re rû bi rû mane.
Di daxuyaniyê de Îsraîl, Amerîka û hevkarên wan ji sûcên ku li dijî gelê Filistînê hatine kirin, berpirsyar dîtin.



