Romannivîsa Koreya Başûr Han Kang xelata Wêjeyê ya Nobelê wergirt.
Di daxuyaniya Nobelê de hate ragihandin ji ber hemû berhemên nivîskar Han Kang mîna helbest, çîrok û roman li ser travmayên dîrokî û nazikiya jiyana mirov ew hêjayî xelatê hate dîtin.
Han Kang li gel nivîsên xwe, ji bo huner û muzîkê jî kedek mezin daye.
Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji romannivîsa Koreya Başûr Han Kang re hat dayîn.
Di daxuyaniya jûriya Nobelê de hate ragihandin ku nivîskar Han Kang ji ber helbest, çîrok û romanên xwe yên bi Koreyî bal kişandiye ser travmayên dîrokî û nazikiya jiyana mirov hêjayî xelatê hate dîtin.
Han Kang li gel nivîsên xwe, ji bo huner û muzîkê jî kedek mezin daye.
Ev yek jî di hemû berhemên wê yên wêjeyî de xwe dide der.
Nivîskara 53 salî ku keça nivîskar Han Sung-won e, di sala 2024’an de hêjayî xelata Emile-Guimet a Wêjeya Asyayê hatibû dîtin.
Han Kang bi romana xwe ya bi navê “The Vegetarian” cara yekem derket pêş.
Sala borî nivîskarê lîstikvaniyê Norwecî Jon Fosse ev xelata wêjeyî wergirtibû.
Rêxistina têkoşîna li dijî çekên nukleerî xelata aştiyê ya Nobelê wergirt
Li aliyê din Xelata Aştiyê ya Nobelê, ji bo rêxistina li dijî çekên atomê ya Japon Nîhon Hîdankyo hat dayîn.
Serokê Komîteya Nobelê ya Norwêcê Jorgen Watne Frîdnes, ragihand ku Nîhon Hîdankyo “ji ber hewldanên xwe ya cîhanek bêyî çekên nukleerî û ji ber bi rêya şahidan îspat kiriye ku divê careke din çekên nukleerî neyên bikaranîn, xelata aştiyê wergirtiye.”
Komîteya Nobelê dema ku xelat da, di heman demê de hişyarî da ku divê helwesta hişk a ji bo bikarneanîna çekên nukleerî neyê lawazkirin.
Serokê Komîteya Nobelê got:
“Nêzî 80 sal in di ti şerî de çekên nukleerî nehatine bikaranîn.
Ji ber vê yekê mirov dibîne ev tabûya li dijî bikaranîna çekên nukleerî îro di bin zextê de ne û ev yek jî fikaran çêdike.”
Nihon Hîdankyo, beriya 68 salan di 10’ê Tebaxa 1956’an de hat avakirin.
Hevserokê Nihon Hidankyo Toshiyuki Mimaki ji ber hêjayî xelatê hatiye dîtin, hestên xwe parve kirin.



