Yekîtiya rewşenbîran li Rimêlanê panelek li dar xist

Di çarçoveya hewldanên avakirina yekîteya kurdî de ,Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şaxê Girkê Legê panelek lidar xist.

Panel bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, rewşenbîr, kesaysetên serbixwe û endamên saziyan li navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan pêk hat:

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şaxê Girkê Legê Bengîn Adem axaftina destpêkê ya panelê kir û îşaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir.

Bengîn destnîşan kir ku rê tekane ji bo seknadina êrîşan xurtkirina yekîtiya kurdan e.

Beşdaran jî li ser mijarê û girîngiya yekîtiya kurdî nêrînên xwe parve kirin û diyar kir ku berjewendiyên takekesî sedema perçebûna hêzên kurdî ye:

Di dawiyê de Beşdaran anîn ziman ku partiyên siyasî yên kurdî ji tecrubeyên berê sûd bigrin, her wiha girîngiya yekîtiya kurdî destnîşan kirin.

Leave a Reply

Back to top button