Di operasyoneke ewlehiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de 3 çeteyên DAIŞˈê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Reqayê 3 çeteyên şaneyeke DAIŞˈê girtine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di çarçoveya operasyonên me yên domdar ên li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ’a terorîst de, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me QSDˈê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li bajarê Reqayê li dijî şaneyeke DAIŞˈê pêk anî.
Operasyon 6ˈê Cotmehê ji bo têkbirina şaneya rêxistina DAIŞˈê ya terorîst a ku hewl dida kiryarên terorî pêk bîne, hat lidarxistin. Şervanên me cihê ku şaneya terorîst xwe lê vedişart keşif kir û bi ser de girt. Di encamê de 3 terorîst; Ûsam Xalid Ewde, Elî Ehmed El Şawûş ê ji Reqayê û Îbrahîm Mihemed Xêr Xaliye yê ji bajarê Helebê hatin girtin.
Terorîstên hatin girtin karê wergirtin û belavkirina çekan li şaneyên terorîst dikir da ku kiryarên terorî li dijî hêzên me, sivîlan û cihên giştî pêk bînin û terror û tevliheviyê li herêmê belav bikin. Di operasyonê de ev miqdareke teqemenî, telefon û belgeyên kesayetî hatin bidestxistin: Çekeke AKS û guleyên wê, 4 telefon û belgeyên kesayetî.
Hêzên me teqez dikin ku dê heya tunekirina terorê û parastina ewlehiya herêmê têkoşîna xwe ya li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina DAIŞˈê bidomînin.”



