Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser asta kantona Cizîrê Komxebatek dijî komploya 9’ê cotmehê li darxist.
Komxebat bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedanê, Cenga azadiyê ser bixin, Rêber Apo fîzîkî azad bikin” li bajarê Hesekê pêk hat.
Zêdetirî 100 delege beşdarî komxebatê bûn.
Destpêkê perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin û sînefîzyonek li ser komploya navnetewî hat pêşandan.
beşdaran Komploya navnetewî ya li dijî Rêberê mirovahiyê û armanca wê nîqaşkirin.
Bal kişandin ser rola girîng a Ciwanan di pêngava “Azadî ji Abdulah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka kurd re”.



