Îro 162 xwendekarên Peymangeha Amadekariya Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî yên sala xwendinê ya 2023-2024’an bawernameyên xwe wergirtin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê ji bo derçûna xwendekaran li Baxçeya Azadî ya li bajarê Qamişlo şahiyek orgenîze kir.
Nûnerên ji Rêveberiya Xweser, malbat û hevalên xwendekaran û mamosteyên li herêmê jî di şahiyê de amade bûn.
162 xwendekarên Peymangeha Amadekariya Mamosteyan û Peymangeha Pişeyî yên sala xwendinê ya 2023-2024’an bawernameyên xwe wergirtin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê ji bo derçûna xwendekaran li Baxçeya Azadî ya li bajarê Qamişlo şahiyek orgenîze kir.
Şahî di bin dirûşma ‘Bi Zanist û Zanînê, Pêşerojeke bi Ronî Ava Dibe’ hat lidarxistin.
Di şahiyê de nûnerên ji Rêveberiya Xweser, malbat û hevalên xwendekaran û mamosteyên li herêmê amade bûn.
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Mustefa Fetah li wir axivî û di kar û xebatên pêşerojê yên xwendekaran de serketin xwast.
“Ev berhemê fedakariya gelan û cangoriyên azadiyê ye”
Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Telat Yûnis jî keda xwendekaran silav kir û got:
“Destkeftiyên ku li ser rûyê erdê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên dîtin ji berhemên cangoriyên azadiyê ne.
Îro berhema fedekariya gelan tê dîtin û ji bo avakirina civakeke demokratîk em jî destekê didin qada perwerdehiyê.”
Di şahiyê de 162 xwendekarên sala xwendinê ya 2023-2024’an ên Peymangeha Amadekariya Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî bawernameyên xwe bi dest xistin.
Ev beşa xwendekaran ji Peymangeha Amadekariya Mamosteyan derdiçin û ji bo Peymangeha Pêşeyî jî ev beşa yekemîn e.
Di şahiyê de mamosteyên peymangehan jî hatin xelatkirin.



