Şeniyên Şehbayê û koçberên Efrîn sersaxî dan malbatên şehîdên TEV-DEM’ê û Hêzên Rizgariya Efrînê.
Li Kobanê jî Şehîd Dilîşan li ser gora xwe hate bibîranîn.
Di merasîmên sersaxiyê û bîranînê de beşdaran gotin:”Heta serketinê em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin.”
Li herêmê merasîmên sersaxî û bîranîna şehîdan hebû.
Li kantona Şehbayê ji bo şehîd Mazlum Antep, Zelal Efrîn û Alaf Murad û şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Zindan Efrîn konê sersaxiyê hate vedan.
Şêniyên Şehba û koçberên Efrîn, endamên saziyên sivî û leşkerî li kampa Serdem ê bajarokê Ehdas tevlî merasîmê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, beşdaran tekoşeriya şehîdan bi bîranîn û gotin:
“Dagirkeriya Tirk û ajanên wê çi bikin jî nikarin vîna me bişikînin.
Em ê têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê û azadiyê dewam bikin.”
Piştî axaftinan, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Rojnemevan Dilîşan Îbîş li ser gora xwe hat bibîranîn
Ev der jî Kobanê ye.
Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan Îbîş û heriyên wê, heval û malbata şehîd Dilîşan û endamên ragihandinê li gotistana şehîd Dicle kombûn.
Şehîd Dilîşan tevî hevrêyên xwe Hogir Mihemed û Rizgar Deniz di encama teqîneke çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê di 12ʹyê Comteha 2017’an de şehîd bûn.
Kesên serdana gora şehîd kirin gotin:
“Hevreyên me yên şehîd heta dawiyê li ser rêya heqîqetê bûn û ji tevahiya cîhanê re heqîqet parve kirin.
Em soz didin şehîdên xwe yên rojnamevan ku em ê têkoşîna wan a lêgerîna li heqîqetê bidomînin.



