Kurdistanî û dostên xwe li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li gelek bajarên Ewropayê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.
Li Stockholm, Marsîlya, Frankfurt, Oslo, Dusseldorf, Basel û Parîsê çalakî hebû.
Bi hezaran kesî bi yek dengî diyar kirin ku divê Rêber Apo Azad bibe.
Kurdistanî û dostên xwe li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li gelek bajarên Ewropayê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.
Li Ewropayê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin
Li Stockholm, Marsîlya, Frankfurt, Oslo, Dusseldorf, Basel û Parîsê dengê ji bo azadiya Rêber Apo bilind bû.
Di çalakiyên bi pêşengiya jinan de tecrîda giran kirî ya li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin û ev tişt hate gotin:
“Komploya 9’ê Cotmehê planeke qirkirinê bû ku hebûn, îrade, nasnemeya gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê hedef digirt.
Rêber Apo bi helwesta xwe ya li Îmraliyê ev yek vala derxist.
Xwişk û biratiya gelan û azadiya jinê esas girt.
Ji bo vê jî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê emê têkoşîna xwe bidomînin.”
Di meşan de bênavber bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin berzkirin.
Çalakgeran diyar kirin ku divê ji bo çareseriya aştiyane teqez Rêber Apo azad bibe.
Her wiha bang li CPT’yê jî hate kirin ku bi erkê xwe rabe.



