Însiyatîfa Amezîxî ya ku hewl dide doza Kurd û doza Rêber Apo bi gelê Amezîxî bide nasandin, destnîşan kir ku Rêber Apo xwedî projeyeke fikrî ye ku heke pêk were, dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin.
Her wiha diyar kir ku divê bi lez çareserî ji pirsgirêka Kurd re were dîtin.
Hemwextî salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, 8 rêxistin, hêz û partiyên Amezîxî, 19’ê Îlonê “Însiyatîfa Amezîxî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan” ava kir.
Bi vê yekê xwestin ramanên Rêber Apo û doza Kurd bi gelê Amezîxî bidin nasandin.
Nûnera Amezîxên Misirê ya rêxistina Kongreya Amezîxan a Cîhanê û koordînatora Însiyatîfa Amezîxî ya ji bo Serbestberdana Têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan, Emanî El Wişahî têkildarî însiyatîfê axivî.
Emanî El Wişahî diyar kir ku Însiyatîf, ji bo piştgiriya tevgera Kurd ji gelek çalakgerên tevgera Amezîxî hate avakirin û got:
“Li ser bingeha baweriya me bi mafên mirovan û girîngiya doza Kurd, me ev însiyatîf ragihand.”
“Rêber Ocalan ji bo çareserkirina aloziyan çareseriyeke siyasî daniye”
Emanî El Wişahî anî ziman ku Rêber Apo ne tenê lîderekî siyasî yan leşkerî ye, fîlozofek e û xwedî projeyeke fikrî ye ku heke pêk were, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tev de çareser dibin û wiha domand:
“Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina aloziyên taîfî yên ku Rojhilata Navîn parçe kirine, çareseriyeke siyasî daniye.
Dibêjin gelê Kurd û gelê Amezîxî cêwî ne.
Rast e, erdnîgariya me ji hev dûr e, lê gelek dozên me dişibin hev.
Gelê Amezîxî piştgiriya dozên hiqûqî yên dişibin doza xwe, dikin.
Em piştgiriya her kesî jî qebûl dikin. Ji ber ku xebata hiqûqî, xebateke hevpar e.”
“Divê bi lez çareserî ji pirsgirêka Kurd re were dîtin”
Emanî El Wişahî destnîşan kir ku divê bi lez çareserî ji pirsgirêka Kurd re were dîtin û ev yek anî ziman:
“Li gorî bernameya însiyatîfê, li ser asta çandî, çapemenî û hiqûqî dê felsefeya Rêber Ocalan û doza Kurd, li dewletên Amezîx lê hene bi wan bide nasîn.”



