Aktivîs û Parêzvana Mafên Jinan Werîşe Mûradî ku niha li Girtîgeha Evînê ye, bi nameyekê ragihand ku li dijî binpêkirin, darvekirin û kuştina ku her roj li Îranê zêde dibe wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.
Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’an de li bajarê Sine ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin.
Werîşe Muradî ku zêdeyî salekê ye girtî ye, ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê bi nameyekê ragihand ku wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.
Nameya Werîşe Mûradî wiha ye:
“Li her derê Rojhilata Navîn agirê şer belav bûye bi dehan salan e her carê cihekî van axên qedîm bi agirê şer dişewite.
Pir zelal tê dîtin ku dê ev şer bidome û beşek mezin a herêmê jê zirarê bibîne.
Di nava vê pevçûn û têkoşînî de Komara Îslamî ya Îranê bi salan e piştî hewldana avakirina Hîlala Şiî, niha behsa yekitiya NATO’ya Ereb û umeta Îslamê dike.”
Di dewama nameyê de balhate kişandin ser zêdebûna bûyerên darvekirinê li Îranê û wiha hate gotin:
”Ji serê vê salê ve heta niha 531 kes hatin darvekirin. Sala par 811 kes hatibûn darvekirin û rêjeya darvekirina jinan li gorî sala par ji sedî 35 zêde bûye.
Van daneyan, nîşan didin ku planeke hikumetê ya ji bo başkirina rewşa civakê tune ye, dijberî wê bi tunekirina “kesên din” ên wî bi xwe afirandine, civakê ber bi têkçûnê ve dibe.”
Werîşe Mûradî di nameya xwe de dibêje Ez weke keseke ku ji bo başkirina rewşa civakê û zêdekirina wateya jiyanê, ketime riya têkoşînê û wiha bi dawî kir:
”Biryarên min girtine û çalakiyên ku min li dar xistine, ji bo sekna li dijî ve zulma ku li azadîxwazan tê kirin e, ne ji bo daxwazên min ên şexsî ne.
Hewldana min a ji bo greva birçîbûnê ji bo vê armancê ye. Bihayê wê çi dibe bila bibe, em ê destûr nedin dengê bi cesaret ê berxwedêrên li zindanan, di nava şeran û macerayên bê encam de winda bibin.
Bi vê armancê, ji bo ku kampanyayên li dijî darvekirinê yên li cîhanê tên meşandin, sazî û organîzasyonên navneteweyî yên bi armanca rawestandina darvekirinan didomin, werin dîtin ez îlan dikim ku ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim.”



