Şehrîban Mamuk a li Wanê bi êşkenceyê hat binçavkirin û bi keça xwe ya 4 salî re girtî ma derbarê zor û zehmetiyên girtîgehê axivî û got: Di encama êşkenceya giran de li ser mêjiyê min leke çêbû, çengeya min xwar bû û dermanên ku dîroka wan derbas bibûn dan keça min. bi van binpêkirina hewl didan îradeya me bişkînin.
Şehrîban Mamuk yek ji jinên ku li Bakurê kurdistanê rastî zilma dewleta Tirk hatiye.
Şehrîban li Wanê dijiya di 14’ê Tîrmeha 2018’an de bi ser mala wê de girtin 2 jê zarok 7 endamên malbatê bi êşkenceyê binçavkirin.
Piştre bi keça wê ya 4 salî re birin girtîgeha T ya Wanê.
Şehrîban ku 15 mehan girtî ma 7’ê cotmeha 2019’an de hat berdan.
Lê bi îdiaya ‘nehiştiye peywir bê kirin’ 33 meh û 22 roj ceza lê hat birîn û di 6’ê kanûna 2023’yan de dîsa hat girtin.
Şehrîban di 7’ê Cotmehê de ji girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind a Wanê hat berdan.
Şehrîban zor û zehmetî, binpêkirinên li girtîgehê vegot.
Şehrîban daxuyakirin dema destpêkê hatiye binçakirin êşkenceyên giran lê hatiye kirin û tiştê jiyaye anî ziman:
Di encama êşkenceyê de leke li ser mêjiyê min maye û çengeya min xwar bûye.
Tevî evqas êşkence ez nehatim dermankirin.
Ji ber lekeyên li ser mêjiyê min çêbûne her tim ji ser hişê xwe diçim.
Şehrîban Mamuk: Li girtîgehê dermanên dîroka wan 5 meh derbas bûye dan keça min
Şehrîban Mamuk diyar kir ku dema hatiye girtin keça wê ya 4 salî jî ligel wê bûye û wiha domand:
Li girtîgehê me birin nexweşxaneyê, li wir dermanên dîroka wan 5 meh derbas bûye dan keça min.
Ji ber her tim heqeret, biçûkxistin, qêrîn û êşkence hebû me nikarî dengê xwe derxînin.
Li girtîgehê hewl didan îradeya me bişkînin.



