Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê axivî û dazanîn ku ev pergal di şexsê Rêber Apo li hember Gelê Kurd û tevahî girtiyan tê meşandin û got: Li girtîgehan her roj hevalên me jiyana xwe ji dest didin.
Nerazîbûn û bertekên gel li hember pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê dewam dikin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê pergala êşkence û qirkirinê de axivî.
Gulcan Kaçmaz: Em bi hiqûqa dijminahiyê re rû bi rû ne
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît salvegera komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got:
“26 sale tecrîd li ser birêz Abdullah Ocalan heye û 43 mehin tu agahî jê nayê girtin.
Heta girtiyên din yên li Îmraliyê tevî cezayên xwe temam kirine, nayên berdan.
Em bi hiqûqeke dijmin ya wisa re rû bi rû ne.”
Gulcan Kaçmaz: Birêz Abdullah Ocalan berxwedaniyeke mezin dide meşandin
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît dazanîn ku pergala êşkence û qirkirinû ya li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo li hember Gelê Kurd tê meşandin û wiha vegot:
“Di her qada jiyana me de tecrîd pêk tê û bandorê li jiyana me dike.
Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û berxwedaniyek mezin li wir tê meşandin.”
Tecrîd bandor li ser hemû civakê û girtîgehan kiriye.
Li girtîgehan her roj hevalên me jiyana xwe ji dest didin.



