Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji gelek welatvanên cîhanê zêde dibin.
Siyasetmedarê Baskî têkildarî pêngava Azadiyê peyamek parvekirin û gotin:
“Abdullah Ocalan ew qasidê aştiyê ye. Em heta dawiyê bi Abdullah Ocalan û têkoşîna wî re ne.”
Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ di asta navneteweyî de dewam dike.
Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji gelek welatan tên.
Parlamenterên Partiya Çep a Serxwebûnê Eh Bildu ku yek ji partiyên girîng ên siyasî yên welatê Baskê ye, bi dîmen tevlî pêngava navneteweyî bûn.
Parlamenterê Eh Bildu Zulaika bal kişand ser îşkenceya giran a li ser Rêber Apo ku demeke dirêj e nikare malbat û parêzerên xwe bibîne û wiha got:
“Ev rewş li dijî mafên mirovan e. Dixwazim ji vê derê peyama xwe ya piştevaniyê ji wî re ragihînim, ji ber ku ew qasidekî aştiyê ye.
Weke partiyeke polîtîk em dixwazin ragihînin ku bi Ocalan û têkoşîna wî re ne. û ew ne tenê ye. Em piştgiriya wî dikin.”
Zulaika destnîşan kir ku divê Rêber Apo zutir azad bibe û wiha pêde çû:
“Azadiya Abdullah Ocalan wê çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re bîne.
gelekî spasiya we dikim ji ber têkoşîna we.
Di serî de Abdullah Ocalan divê girtiyên siyasî hemû azad bibin. Em dibêjin, Azadî ji Ocalan re.”
“Têkoşîn wê dewam bike”
Yek ji aktorên girîng ên siyasî yên Eh Bildu parlamenter Oihana Etxebarrieta Legrand jî li ser medya dîjîtal peyamek weşand û wiha bi lêv kir:
“Weke EH Bildu em careke din dixwazin ku Abdullah Ocalan azad bibe. Li gel gelê Kurd em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Em bi we re ne. Azadî ji Ocalan re.”
Senator Diaz: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
Senatorê Baskî Gorka Elejabarrieta Diaz ê li Senatoya Spanyayê jî peyamek weşand.
Senator Diaz destnîşan kir ku mafên qanûnî yên Rêber Apo bi rengekî cidî têne binpêkirin û got:
“Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê hikum da ku darizandin ne bêalî bû.
Ji ber van hemûyan weke EH Bildu em careke din radigihînin ku bi Abdullah Ocalan û gelê Kurd re ne.
Hem ji ber sedemên mirovî hem jî ji ber tevkariya li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd em dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan.”
Senator Diaz peyama xwe bi dirûşma “Azadî ji Ocalan re û Bijî Kurdistan” bi dawî kir.
Sendîkayek Skoçyayê ku xwedî 550 hezar andame ji Rêber Apo re azadî xwest



