Festîvala Şehîd Bawer Agir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Kobanê li dar xistibû di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
Li Kobanê Festîvala 5ʹemîn a Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên sporê dest pê kirin.
Doh jî di roja xwe ya duyemîn û dawî de bi amadebûna komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stran, dîlan û şano hatin lidarxistin.
Dayîka şehîd Amara, Îslim Bozan axivî û diyar kir ku Bawer bi berxwedanî bersiv da dijmin û ji dijmin re aşkera kir ku êdî ciwan tu carî serî li hemberî tu kesî natewînin.
Di festîvalê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bawer Agir hat pêşkêşkirin.
Her wiha koma Reqa, koma Cûdî, koma Govendê ya Dayikên Kobanê, koma Cûdî û koma ciwanên şoreşger hunerên xwe pêşkêş kirin.
Li kêlek wê jî hunermend Hesen Dêrik û Aycan Kobanê stran gotin û Bavê Teyar şanoyek pêşkêş kir.
Festîval bi gerandina dîlanan bi dawî bû.



