Berdevka Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay da zanîn ku Kurd li Rojhilata Navîn kirdeya polîtîkin û got: “Pozîsyona Kurdan xwedî hêza ku pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bike ye.
Fikr û paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan rihê têkoşînê li her derê belav kir.
Vê yekê jî planên koplogeran têk bir.
Hêzên hegemonîk jî ji bo Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin qirkirinê pêk tînin û şer dimeşînin.
Tirkiye jî ji bo potansiyela hêzê di destê xwe de bigire li riyên nû digire.
Berdevka Têkiliyên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebru Gunay der barê şerê li Rojhilata Navîn de ji JINNEWS’ê re axivî.
Ebru Gunay eşkere kir ku berxwedana Kurdên li Bakur û Rojhilatê Suriyê di asta parastina cewherî ya li dijî DAIŞ’ê belkî jî jiyana bi mîlyonan kesî xilas kir.
Ebru Gunay anî ziman di serî de koalîasyona li dijî DAIŞ’ê, hemû aktorên Kurdên Sûriyeyê êdî wek kirdeyek polîtîk divê muxatab bên girtin û got:
Kurdên Sûriyê ne tenê ji bo xwe ji bo hemû mirovahiyê şer kirin û bedel dan.
Lê dijî vê bedeldayînê, welatên rojava li dijî êrîşên ku bi destê çeteyên cîhadê yên rejîma qesrê pêk hatin, bêdeng ma.
Li dijî van êrîşan Kurdan li her çar alî bi îradeya xwe têkoşîna xwe dan û ji bo aştiyê têkoşîn meşandin.
Li her derê Kurd dibêjin ew ji bo çareseriyê amade ne.
Ebru Gunay: Kurd li Rojhilata Navîn xwedî wê hêzê ne ku bibin pêşeroja Rojhilata Navîn
Ebru Gunay teqez kir ku îro Kurd li Rojhiala Navîn xwedî hêza ku bibin pêşeroja Rojhilata Navîn in.
Tirkiye di 10 salên dawî de li dijî pevçûna li Rojhilata Navîn û krîzên giran dibin polîtîkayên şer berfireh kir.
Yên bi Kurdan re li hev bikin wê kêm zirarê ji vî şerî bibînin. Ev tespîtek raste.
Ji pisgirêka Kurd tenê Kurd zirarê nabînin. Her kes dibîne.
Ebru Gunay: Paradîgma Birêz Abdullah Ocalan planên hêzên Komploger têk bir
Ebru Gunay balkişande ser armanca komploya navnetewi ya li dijî Rêber Apo hatî destpêkirin û wiha nirxand:
Bi derxistina Birêz Abdullah Ocalan a ji sûriyê hedefa hêzên navneteweyî hebû.
Dixwestin herêmê bikin qada şer. Lê Kurd êdî ne Kurdên berê bûn.
Lê planên wan neçûn serî.
Fikr û paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan li her derê zîndî bû.



