Li Lîtvanyayê hilbijartina giştî hat lidarxistin.
Muxalefeta sereke Sosyal Demokrat bi dengê zêde di Tûra Yekê de bi ser ket.
Wê hilbijartina tûra 2’yemîn di 27’ê Cotmehê de bê lidarxistin.
Hilbijêrên li Lîtvanyayê ji bo hilbijartinên giştî yên 13’ê Cotmehê çûn ser sindoqan.
Di hilbijartinan de muxalefeta sereke Sosyal demokratan ji sedî 19 ê dengan stend û partiya rastgira navendî ya Serokwezîr Ingrida Simonyte jî bi rêjeya ji sedî 18 ê dengan bû duyemîn.
Li gorî televîzyona dewletê ya Lîtvanya LRT’ê, ji bo ku partiyek derbasî parlementoyê bibe divê benda hilbijartinê ya ji sedî 5’an derbas bike, ji bo ku bikevin meclîsê jî divê koalîsyon benda ji sedî 7’ê derbas bike.
Partiya Sosyal Demokrat di tûra yekê de bi ser ket
Li gorî vê yekê, di tûra yekem de ji bilî sê partiyên sereke, 3 partiyên din jî mafê ketina parlamentoyê bidestxistin.
Ev jî Demokratên ji bo Lîtvanyayê ji sedî 9,2 dengan, Tevgera Lîberal ji sedî 7,7 dengan û Yekîtiya Cotkar û Keskan jî ji sedî 7 ê dengan dan.
Ji aliyê din ve dema ku nîvê parlementoya Lîtvanya dê bi dengê gel bê diyarkirin, nîvê duyem jî dê di tûra duyemîn a 27’ê Cotmehê de bê diyarkirin û her du namzetên ku li herêman herî zêde deng wergirtine dê bên hemberî hev.
Seroka Sosyaldemokratan Vilija Blinkeviciute piştî ku encamên hilbijartinê eşkere bûn daxuyanî da û anî ziman ku ew li bendê ne ku bibe serokwezîra nû ya welêt.
Tûra 2’yemîn a hilbijartinan wê di 27’ê Cotmehê de bê lidarxistin
Li gorî Reutersê, eger Sosyaldemokrat weke ku tê çaverêkirin bên ser desthilatê, li hember Rûsyayê helwesteke tund nîşan bidin, lêçûnên parastinê zêde bikin, xizmetên giştî baştir bikin û ji dewlemendan zêdetir bac bistînin.
Blinkeviciute anî ziman ku wan bi du partiyên din ên çep re dest bi hevdîtinên koalîsyonê kirine.
Serokwezîra Lîtvanya Ingrida Simonyte di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hikûmeteke nû ya di bin serokatiya partiya wê de di çarçoveya derfetan de ye û got:
“Em di qonaxeke pir zû de ne ku em bibêjin dê însiyatîfa kîjan partiyê hebe ji bo avakirina koalîsyoneke nû.”
Simonyte diyar kir ku gera duyemîn a hilbijartinê jî dê li ser pêkhateya muxtemel a hikûmetê biryar bide.



