NATO’yê ragihand ku tetbîqata xwe ya nukleerî ya salane ya bi navê “Steadfast Noon” dê îro dest pê bike û du hefteyan bidome.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya NATO’yê wê zêdetirî 60 balafir beşdarî tetbîqatê bibin.
Di çarçoveya tetbîqata ku dê li ser rojavayê Ewropayê firînên perwerdehiyê bên kirin de, dê balafirên şer ên Amerîkayê yên ku dikarin moşekên nukleerî hilgirin jî amade bin.
Di daxuyaniyê de Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte got:
“Pêşgiriya nukleerî kevirê bingehîn ê ewlekariya hevpeymaniyê ye.
Steadfast Noon” (STÎDFEST NÛN), ceribandineke girîng a pêşgiriya nukleerî ya Hevpeymaniyê ye.
Ji her dijminî re peyameke zelal dişîne ku NATO dê hemû hevpeymanan biparêze.”
Tetbîqata nukleerê ya NATO’yê her sal di meha Cotmehê de tê lidarxistin.
Tetbîqata îsal firînên li qada hewayî li ser Danîmarka, Îngîlistan, Deryaya Bakur, di ser welatên mêvandar Belçîka û Hollandayê re pêk tîne.
Tetbîqat wê du hefteyan bidome.



