Di çarçoveya Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka kurd re çareserî re,’ ku di asta navneteweyî de tê meşandin, li Qibrisê Konferansek hate lidarxistin.
Li Qibrisê bi sernavê ‘Di bin siya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de Qibris û Kurdistan’ û ‘Polîtîkaya faşîzma Tirk a li Îmraliyê û bêdengiya Ewropayê’ konferansek hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn.
Konferans li paytext “nîkosya” Lefkoşayê pêk hat û gelek parêzer, parlamenter, nivîskar, rojnamevan û aktîvîst jî li gel gelê Qibrisê beşdar bûn.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê parêzer Costis Efstatio ve hate kirin.
Efstatio diyar kir ku yekane rêya bidawîkirina faşîzm û dagirkeriya Tirk, berxwedana hevpar e,
Efstatio destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya pirsgirêka Qibrisê û azadiya Birêz Abdullah Ocalan di nav hev de ne.
Di rûniştina destpêkê ya konferansê de rojnamevan-nivîskar Sefkan Kobanê, pisporê jeopolîtîk ê enternasyonalîst Christov Iakaouvu û Alekos Mihalides axivîn.
Di axaftinan de hate gotin ku Rêber Abdullah Ocalan dikare tevkariyê li aştiya tevahî herêmê bike.
Daxwaza berdana Rêber Abdullah Ocalan ne tenê daxwazeke mirovî ye, beriya her tiştî daxwazeke siyasî ye û ne tenê ji bo gelê Kurd e.
Beriya destpêkirina beşa duyemîn a konferansê dîmenekî bi Yewnanî yê li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hate nîşandan.
Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Parlamenterê Serbixwe yê Qibrisê û di heman demê de parêzer Costis Efstatio jî bêdengiya Ewropayê ya li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Îmraliyê rexne kir.
Herî dawî parêzer Dinos Paspalides axivî û destnîşan kir ku divê li qada navneteweyî piştgirî ji têkoşîna Kurdan re bê dayin.



