Li Zap, Xakurkê, Metîna û Garê gerîla li arteşa Tirk a qirker xist.
Di çalakiyan de leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin, droneyek hate xistin û mobesseyek hate bêkêrkirin.
Arteşa dewleta Tirk a qirker jî 91 car qadên gerîla bombebaran kir.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Zap, Xakurkê, Metîna û Garê li leşkerên Tirk ên dagirker xist.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê hurgiliyên çalakiyan û êrişên dagirkeriyê eşkere kir.
Di lêdana gerîla de dagirkerek hat cezakirin û droneyek hate xistin
Li gorî daxuyaniyê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 12 û 13 Cotmehê li dijî dagirkeran 3 çalakî hatin lidarxistin.
Di encama çalakiyan de;
Li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi rêbaza sekvaniyê dagirkerek hat cezakirin.
Li Qadên Berxwedanê ên Girê Cûdî û Amediyê jî 3 mayinên dagirkeran hatin îmhakirin û derb li kepçeyeke zirxî hate xistin.
10 û 14’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê û Metînayê jî bi çekên giran û ferdî li dagirkeran hate xistin u kamerayeke mobesse hate bêkêrkirin.
Her wiha 13’ê Cotmehê li herêma Garê jî droneyeke bi tîpa Mînî Bayraktar a dagirkeran ji aliyê hêzên gerîla ve hat xistin.
Arteşa Tirk a qirker qadên gerîla 91 car bombebaran kir
Hemwextî çalakiyên gerîla, sûcên şer yên dewleta Tirk ên bi armanca şikandina berxwedana gerîla dewam dikin
Têkildarî êrişên arteşa qirker ên bi teqemeniyên qedexe HPG’ê got:
11 û 12’ê Cotmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, Girê FM û Girê Cûdî carekê bi droneyên bomberbarkirî, 10 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Her wiha HPG’ê da zanîn herêma Xakurkê, Garê, Zap û Metîna jî bi giştî 81 caran bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.



