“Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” û sirûda “Çerxa Şoreşê”
Li Tirkiyê ji bo van dirûşmeyan beriya niha li gelek kesan ceza hatibûn dayin.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryar da ku ev dirûşme dikevin çarçoveya azadiya xweîfadekirinê
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a Tirkiyê biryar da ku gotina ‘Bijî Serok Apo’ dikeve çarçoveya azadiya xweîfadekirinê.
Li Tirkiyê ji bo berzkirina hin dirûşmeyan beriya niha gelek caran doz hatin vekirin û ceza hatin dayin.
Di çalakiya şermezarkirina kalekolan a li navçeya Licê ya Amedê de Medenî Yildirim hatibû qetilkirin.
Li dijî qetilkirina Yildirim, di çalakiya 7’ê hezîrana 2014’an Merve Nûr Tekîn dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” berz kiribû û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendûbû.
Dadgeha Cezayên Giran a Erdexanê jî derheqê Tekînê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê û pereyan dabû.
Li ser vê yekê Tekîn 11’ê sibata 2022’yê bi sedema “Binpêkirina mafê fikr û xweîfadekirinê” de serî li AYM’ê dabû.
AYM’ê serlêdana Tekîn qebûl kir û biryara binpêkirinê da.
AYM, da zanîn ku biryara girtinê ya derheqê Merve Nûr Tekîn de hatiye dayin, tu pêdiviyên civakî yên mecbûrî pêşwazî nake.
Hat diyarkirin bi cezakirina Merve re mafê azadiya xweîfadekirinê ya di Madeya 26’emîn a Destûra Bingehîn de hatiye binpêkirin.
AYM’ê biryar da ku 30 hezar lîre tazmînata manewî ji Tekîn re bê dayin.
Her wiha biryara jinûvedarizandina Tekîn da û dosya ji Dadgeha Cezayên Giran a Erdexanê re şand.
https://upload.wikimedia.org/wikipedia/tr/f/fc/Demokratik_Toplum_Partisi.png
Di sala 2008’an de bi beşdariya endam û rêveberên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û hinek komeleyan pêngava”Birêz Ocalan” dabûn destpêkirin.
Ji ber îfadeyên “Birêz Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” ceza li endame DTP’ê hatibû birîn.
AYM’ê ji bo vê cezayê jî biryara “binpêkirina mafê fikr û xweîfadekirinê” dabû.



