Yekitiya Jinên Ciwan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekirin.
Pêşangeh bi dirûşma “Bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin” hat vekirin.
Di pêşingehê de, 43 wêneyên Rêber Apo û gotinên wî bi zimanên kurdî li ser tabloyan hatin nivîsandin.
Her wiha 70 pirtûkên Rêbertî hatin pêşandan.
“BI MILYONAN GEL Û CIWAN LI SER FIKRÊN AZAD ÊN RÊBERTÎ DIMEŞIN”
Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Yûsif axivî û diyar kir ku Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêber Apo bi bin ket û wiha anî ziman:
“Rêbertî bi ramênên xwe yên ronak û analîzkirina sedemên komployê, komplo li komplogeran zivirand.
Belavbûna ramanên wî yên azad jî îsbata pûçbûna komployê ye.”
Dawiyê sînevîzyonek li ser qonaxên komployê û hêrsa gel a li hemberî wê hat pêşandan.



