Li Hollandayê cara yekê ye ku jinek DAÎŞ’î ji ber zilma li jinên Êzidî kiriye, bi sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin.
Rûniştina destpêkê ya doza darizandina jina DAÎŞ’î ya bi navê Hasna A. li bajarê Schîphol ê Hollandayê di 14’ê Cotmehê de pêk hat.
Jina DAÎŞ’î Hasna A. ji bajarê Hengelo yê Hollandayê ye û di sala 2015’an de çû Sûriyê û heta Tebaxa 2016’an li bajarê Reqayê yê Sûriyê ma.
Jina DAIŞ’î ji ber zilma li jinên Êzidî kiriye tê darizandin
Hate ragihandin ku Hasna A. dema li Sûriyê bû, 2 jinên Êzidî weke kole bi kar anî.
Ji ber vê sûcdariyê jî Hasna A. ji sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin.
Rûniştina din a dozê wê sibê pêk were.
https://anfkurdi.com/ewropa/li-hollandaye-yekemcar-jineke-daIS-i-ji-ber-zilma-li-Ezidiyan-te-darizandin-189028



