Çalakvanên siyasî yên tebpayê bal kişandin ser çareseriyên ku Rêber Apo ji aloziyan re pêşkêş kirine û gotin pergala Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş a li herêmê encamên ramanên Rêber Abdullah Ocalan in.
Çalakvanên ji Tebqayê derbarê girîngiya pêkanîna ramanên Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêkan de ji ANHA re axivîn.
Çalakvanê siyasî Îbrahîm El Mihemed diyar kir ku tevî pêkanînên li Îmraliyê yên li dijî wî, Rêber Apo hîna ronahiya projeya neteweya demokratîk e û got:
“Felsefeya neteweya demokratîk, rêveberiyê dixe destê gel.
Tevahî saziyên Rêveberiya Xweser ev felsefe daye rûniştnandin.
Yanî gel xwe bi rê ve dibe, pergala navendî yan rêveberekî navendî û saziyeke navendî nîn e.
Bi saya paradîgmaya neteweya demokratîk herêmên Rêveberiya Xweser ên herî ewle ne.”
“Em di bin siya projeya Neteweya Demokratîk de dilrihet in”
El Mihemed anî ziman ku ew di bin siya projeya neteweya demokratîk de dilrihet in û wiha domand:
“Hin dezgehên ragihandinê îdia dikin ku projeya neteweya demokratîk Kurdan tenê eleqedar dikin, lê ez wekî kesayetek ereb di bin siya vê projeyê de dijîm dibêjim ku ev îdia ne rast in.
Hêmanê sereke yê vê projeyê ew e ku mafê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî adilane mîsoger dike.”
“Rêber Apo çareserî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re pêşkêş kir”
Çalakvanê siyasî Şadî El Îbrahîm jî destnîşan kir ku pergalên serdest bi hemû rêbazan hewl didin ewlehî û îstiqrara li herêmê têk bibin û Sûriyeyê kontrol bikin û got:
“Di şerê li Sûriyê de, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sêyemîn hilbijart.
Ev xet encamên dîtina Rêber Apo ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.
Rêber Apo di pirtûkên xwe de pirsgirêkên li Rojhilata Navîn analîz kirin û çareserî pêşkêş kirin.”
El Îbrahîm anî ziman ku Projeya demokratîk a ku Herêma Bakur û Rojihlatê Sûriyê hatiye sepandin, dîtina siyasî ya Rêber Apo nîşan dide û wiha pê de çû:
“Ev proje armanc dike ku aloziya Sûriyeyê û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.”
“Li herêmê jiyana hevbeş bi pêş ketiye”
Siyasetmedar Yasir El Kurdî jî diyar kir ku armanc ji projeya neteweya demokratîk avakirina yekitiya gelan e.
“Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara zêde ya niştecihên wê bi saya pêkanîna paradîgmeya Rêber Apo jiyana hevbeş bi pêş ketiye.”



