Têkoşîna Jinan a nîv sedsal didin veguherî mîladekê.
Yek ji rêwiyên vê riyê jî şoreşger Zelal Hêvî ye ku hemu jinan di dilê xwe de hembêz dikir.
Li Çiyayê Kurmênc Fîdanek serê xwe radike.
Di nava hembeza gelekê ku giredayê axa xwe ye di sala 1973’an de li Çiyayê Kurmênc Efrînê ji dayîk dibe.
Zelal Hêvî bi nasnav Fîdan Fatê ji bo welatekî azad, jiyanekî wekhev serê xwe rakir.
Ji bo wê ax dibe dîrok, dibe erdnigarî, dibe felsefeya jiyanê.
Di ruyê axê de welatê xwe dibîne.
Bi dîtina vê rastiyê di salên 1990’î dest bi xebatên şoreşa azadiya Kurdistanê dike ku weke şoreşa jinan tê nasîn.
Heta sala 1999’an li ser felsefeya Rêber APo ku azadiya gelan û jine misoger dike bide fêmkirin gelek kar û xebat dimeşîne.
Piştî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Evîna xwe da gelê berxwedêr û têkoşer, ruhê xwe da şoreşa jin.
Di sala 2012’an de bi destpêkirina Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Zelal Hêvî car din vedigere Rojavayê Kurdistanê.
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemu hêza xwe êrişî Kobanê dike, Zelal Hêvî li gel wan berxwedêran re ye ku dibêjin ‘Dê Kobanê nekeve’ û bi wan mewziyan rûmeta mirovahiyê diparêzin.
Di van salên şoreşê de li Rojavayê Kurdistanê xebatên têkoşîna azadiyê dimeşîne.
Bi tevlîbûna xwe ya ji dil, sade û girêdayî nirxên gelê xwe, di nava dilê civakê de cihekî mezin girt.
Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a DAIŞ’ê bir ser Ezidiyên li Şengalê ji bo wê gelek giran tê.
Di sala 2016’an berê xwe dide qublegeha pîroz a civaka Êzidî Şengalê.
7 salan bê rawestandin di nav civaka Êzidî de kar û xebat dimeşind.
Di avakirina Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de kedekî mezin da.
Êşa gelê xwe yê Efrînê bi êşa civaka Êzidî re kir yek û ji bo derbaskirina wan êşan kedekî mezin da.
Ew bû pira heqîqeta di navbera çiyayê Kurmênc û çiyayê Şengalê.
di sala 2022’an de carek din vedigere Rojava.
Berê xwe dide Şehba ya warê koçberî û berxwedanê.
Soza xwe ya rawestandina li dijî şerên dijmin ên dagir dike nû dike.
Xwe bi şoreşê ve kilît dike.
Ji bo êşa di dilê jinan de sivik bike û Efrînê azad bike bi zêdetir karkirinê re dibe şoreşgera hêvî û têkoşînê.
Dijmin şoreşgera ku li ser wateya paradîgmaya azadiya gelê xwe û şoreşa jinan de xwe helandiye hezim nekir.
Zelal Hêvî di 9’ê Cotmehê de di êrişa balefirên bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker de tevî du hevalên xwe Mezlûm Antep û Alaf Murad li Şehbayê tevlî kerwanên pakrewanên azadiyê dibe.
Koçberên Efrînê û xelkên Şehba mîna lehiyekê mezin a hestan şoreşger û rêhevalên xwe Zelal oxir kirin.
Zelal li ser wê axê ji dayik bû û li ser wê axê hat oxirkirin.



