45 roj di ser şehadeta Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn re derbas bû.
Piştî 45 rojan şandeyek ji Ewropayê çûyî Silêmaniyê û bûyer lêkolîn kir.
Tîma ANF hedîtinên şandeya ku ji Ewropayê çûyî Silêmaniyê, şopand.
Hat diyarkirin ku li cihê bûyerê tu lêkolîn nehatine kirin.
Dagirkeriya Tirkiyê 23’ê Tebaxê li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê erebeyên rojnamevanan hedfgirt.
Wê rojê Rojnamevan ji bo kişandina bernameyê di saetên siharê de ber bi herêma Hewramanê ve bi rê ketibûn.
Dema bûyer qewimî erebeya Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Rêbîn Bekir li piştê, li pêşiya wan jî erebeya ji aliyê xebatkarê Produksiyona Chatr Keser Buldan ve dihat ajotin, hebû.
Wesayîta Gulistan Tara û Hêro Behadîn, bû hedefa destpêkê ya SÎHA’yê û her du rojnemevan şehîd bûn.
Wesayîta li pêşiyê ya ji aliyê Keser ve dihat ajotin jî, bû hedefa duyemîn a SÎHA’yê.
Rûbera di navbera her du bombebaranan de jî nêzî 500-600 metre bû.
Ji bo lîkolînkirina bûyera şehadeta her du rojnemevanan şandeyek ji Ewropayê çûyî Silêmaniyê û bûyer lêkolîn kir.
Tîma ANF hedîtinên şandeya ku ji Ewropayê çûyî Silêmaniyê, şopand.
Hat diyarkirin ku li cihê bûyerê tu lêkolîn nehatine kirin.
Li gel şaneyê serdana cihê bûyerê kirin, şandeyê li cihê bûyerê parçeyên erebeya ku hatî hedefgirtin tesbît kir.
Tevî ku 45 roj li ser bûyerê re derbas bûne, ev qas îspat li cihê bûyerê hatine hiştin û ev yek nîşan dide ku Asayîşê berpirsyariya xwe bi cih neaniye.
Ev rewş ne bi îhmal yan jî neberpirsyariyê nayê vegotin, ji îhmalê zêdetir heye.
Rojnamevan Emma Audrey bi gotina, “Li vê derê lêkolîn li cihê bûyerê nehatiye kirin.”
Alice Magar jî bi gotina “Nayê bawerkirin” bertek nîşan dan.



