Li bajarê Ifranê yê li bakurê Fasê bi lerza 4,5an erdhejek pêk hat.
Serokê Enstîtuya Jeofîzîkê ya Neteweyî ya Fasê Nasir Cabur di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona SNRT’ê de diyar kir ku navenda erdheja bi lerza 4,5’an ku serê sibê pêk hat bajarokê Sidî el-Mehfî yê eyaleta Ifranê ye.
Cabur da zanîn ku erdheja ku 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat, ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Li Fasê şeva 8’ê Îlona 2023’yan erdhejek bi pileya 7 rû da û navenda wê jî herêma El-Huz a bajarê Marakeşê ye.
Di erdhejê de 2 hezar û 690 kes mirin û 6 hezar û 125 kes jî birîndar bûn.



