Di demek ku çend roj ji hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê re mane, Serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê biçe Tirkiye.
Berdevkê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê Dilşad Şehab îro ji malpera fermî ya Serokatiya Başûrê Kurdistanê re ragihand ku Serokê dem borî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibê diçe Tirkiyê
Li gorî agahiyan Nêçîrvan Barzanî wê bi serdaneke fermî biçe Enqereyê û wê li gel Serok Komarê AKP’yî Receb Tayîb Erdogan bicive.
Her çendî ku wisa didin nîşandan ku qaşo ev hevdîtine ji bo pêşxistina têkiliyên her du aliyan û gotûbêjkirina alozî û şerê li Rojhilata Navîne, lê li gor tê dîtin armanca vê hevdîtinê yek jê ewe ku PDK bi rêya Nêçîrvan Barzanî hewara xwe ya hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê digîhîne Erdogan.
PKD’e dixwaze Tirkiye di vê hilbijartinê de alîkariya wan bike.



