Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di heftemîn mîtînga partiya xwe ya Hewlêrê de diyar kir ku YNK vegeriyaye ser rêbaza xwe û çokê neyarên xwe şikandiye û got: “Ev hikûmeta welat ber bi sîstema polîs ve dibe.
Em wê dawî li vê sîstema polîs bînîn.”
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di mîtîgê de balkişand ser yekîtîya gelê Kurd û got: “PDK’e pêşya yekîtiya Kurdî astenge.”
Dema piropaganda û lidarxistina mîtîngan ya ji bo hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê bi dawî bû.
Yekîtiya Nîştimanê Kurdistan (YNK) mîtînga xwe ya dawî li Hewlêrê lidarxist.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di mîtînga dawî de jî peyamên pir girîng da.
Talebanî: Hikûmeta niha siyaseta dizîna petrolê dimeşîne
Talebanî balkişand ser kerasetên ku PDK’ê afirandiye û ev tişt got:
“Ev pênc salin hikûmetê nekariye mûçe ji gel re dabîn bike.
Polîtîkaya petrolê ya hikûmetê nîne. Lê siyaseta dizîna petrolê heye.”
Her wiha Talebanî peyamek taybet da Mesrûr Barzanî û diyar kir ku ew ê pêşî li kiryarên wan yên neqanûnî bigire.
Talebanî: Emê dawî li vê sîstema heyî bînîn
Bafil Talebanî di dewamî de balkişand ser polotîkayên şaş yên PDK’ê û got:
“Ev hikûmet welat ber bi sîstema polîs ve dibe û emê dawî li vê sîstema polîs bînîn.”
Talebanî: Bi çûyîna PDK’ê re wê keramet û ewlekariya gel were parastin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di mîtîgê de balkişand ser yekîtîya gelê Kurd û ev tişt got:
Li Başûrê Kurdistanê ji ber pirskirêkên ku hikumetê ava kiriye yekîtî çênabe.
Her wiha ewlehiya li Başûrê Kurdistanê jî di nava xeteriyê de ye.
Bi çûyîna PDK’ê re wê keramet û ewlekariya gel were parastin.”



