Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êvarî ve bi guleyên obîsan û hawanê gundên Minbicê hedef girtin.
Di encama êrişê de efsereke hêzên Şamê hat kuştin û leşkerek birîndar bû.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku ji vê sibehê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 108 guleyên obîsê û hawanê, 10 moşekên grad û 2 dronên biçek û xwekuj gundên Minbicê topbaran kirin.
Navendê diyar kir ku ev gund hatin hedefgirtin; gundên Ereb Hesen, Derec û Toxar ên li bakurê rojava û rojavayê Minbicê.
Her wiha nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Ereb Hesen jî hat topbarankirin, di encamê de efserek hat kuştin û leşkerek birîndar bû.



