Îro roja duyemîn a 8. Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol e.
Li gorî bernameyê, wê îro semîner were dayîn, pirtûk werin îmzekirin û şahî were lidarxistin.
Pêşangeh di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” bi beşdariya 54 weşanxane, pirtûkxane, navend û saziyên wêjeyî yên ji gelek welatan li Qamişlo tê lidarxistin.
Hezkiriyên xwendinê yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşenbîr, nivîskar, wêjevan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser doh serdana pêşangehê kirin.
Di pêşengehê de zêdetirî 143 hezar cûreyên pirtûkan hene.
Pirtûkên bi zimanê Kurdî (kurmancî û soranî), Erebî, Tirkî, Ingilîzî, Rûsî, Fransî, Suryanî, Ermenî û Almanî hatine pêşandan.
Li gorî bernameya pêşangehê wê îro danê êvarî ji aliyê nivîskar Merwan Berekat ve semînera bi sernavê ‘Wêje û rexnegiriya wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê’ were dayîn, merasîma îmzekirina pirtûkan û şahiyeke hunerî bên lidarxistin.
Pêşangeh heta 22’ê Cotmehê dewam dike.
Li bajarê Qamişlo 8. Pêşingeha pirtûkan a şehîd Herekol destpê kir



