Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku slava Devlet Bahçelî şerê taybete û got:
“Bi îhtîmaleke mezin Erdogan vê lîstikê plan kir.
Li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin, tecrîda giran tê sepandin.
Hewldana berevajîkirina vê yekê tê wê wateya nefêhmkirina ji polîtîkaya qirkirinê û rastiya dewletê ya Tirk.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû si meşa 2. bi ajansa ANF’re li ser rewşa Tirkyê yê dirxandin kir.
Karasû diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gel û tevgera azadiyê şerekî tinekirinê dimeşîne û got:
“Dewleta Tirk ji bo tinekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şer dimeşîne.
Ev şer weke şerê taybet bi awayekî herî qirêj didomîne.
Şerê leşkerî di esasê xwe de weke navgîna gihandina vî şerê taybet tê dîtin. ”
Mûstafa Karasû: Netewperestî û şovenîzm civaka Tirkiyê rizandiye
Karasû wiha êrîş û şovenîzma û netewperestiya ku li ser kurdan zêde bûye nirxand:
“Dijminatiya Kurdan û bikaranîna her curê rêbazên qirêj li dijî Tevgera Azadiya Kurd, hemû civak kiriye parçeyê şerê qirêj.
Netewperestî û şovenîzm civakê rizandiye.
Ziman, uslûb û rêbaza netewperestî û şovenîzmê tundî ye. Zîhniyeta mêr e.”
Mûstafa Karsû: Serokê MHP’ê dijminê Kurd û ji xeynî qirkirina armanca wî nîne
Karasû li ser mijara Devlet Bahçelî ku destê xwe dirêjî parlementerên DEM Partiyê kir jî wiha nirxand.
“Serokê MHP’ê yê dijminê Kurd û ji xeynî qirkirina Kurd û Kurdistanê kirina qada belavkirina netewebûna Tirk tu polîtîka û armanca wî nîne, çima destê xwe dirêjî parlementerên DEM Partiyê kir? Tê zanîn ku Devlet Bahçelî DEM Partî jî di nav de ji bo siyaseta demokratîk a Kurd çi gotiye. Xeta polîtîk a MHP’ê gotinên wî yên heta niha ne. Wê demê çima dest xwe dirêj kir? Devlet Bahçelî li gorî xwe hincetên dest dana hev ragihand. Eşkere ye ku ev hincet ne rast e.”
Mûstafa Karasû: Destê xwe dirêj kirin lîstokekî Erdogan û Bahçeliye
Mûstafa Karasû plan û armancê Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî wiha anî ziman:
“Beriya vekirina meclîsê Tayyîp Erdogan serdana mala Bahçelî kir. Destê xwe dirêj kirin û polîtîkaya nû ya li dijî DEM’ê, ya rast biryara lîstika nû di vê hevdîtinê de hat girtin. Bi îhtîmaleke mezin Erdogan vê lîstikê plan kir. Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji ber karekter, polîtîka, sepandinên desthilatdariya AKP-MHP’ê û polîtîkayên wan ên qirkirinê ku hê jî li ser israr dikin, ev yek weke lîstikeke nû nirxand.”
Mûstafa Karsû: Heya polîtîkayên tecrîdê neyê guhertin wê tiştek neyê çareser kirin
Mûstafa Karasû li hemberî lîstok û planên AKP-MHP’ê ev hişyarî da û wiha bi dawî kir:
“Kurd dikarin bibêjin ev lîstikek e, polîtîkayên heyî li holê ne, heta ku ev polîtîka neyên guhertin em nabin parçeyek vê lîstikê. Li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin, tecrîda giran tê sepandin. Heta ku ev rewş neyên guhertin, nikarin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza jidil deynin holê.”



