Dewlet Bahçelî careke din gef li Kurdan xwar

Serokê MHP’ê Bahçelî careke din gel li Kurdan xwar û got:
Divê tevahî şaredariyên DEM Partî qeyûm li cihê wan bê erkdarkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî polîtîkayên qeyûm û Serokê MHP’ê Bahçelî da.
Hatiomogullari got: Îro ti ferq di navbera zilma li Filistînê tê kirin û ya li dijî Kurdan tê kirin nîne.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe a li Meclisê de mijarên di rojevê de nirxand.

Qeyûm û gafên Serokê Giştî yê partiya faşîst a MHP’ê Devlet Bahçelî weke mijarên sereke bû.

Bahçelî di gefa xwe ya îro de pêvajoya hilbijartinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girt û xwest li şaredariyên DEM Partiyê qeyûm were tayînkirin.

Bahçelî îdia kir ku hilbijartina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dewleta Tirk êrişî herêmê bike “sedem e.”

Bahçelî ji desthilatê xwest ku şaredariyên DEM Partî werin desteserkirin

Piştre jî Bahçelî bertek nîşanî desthilatê da da ku çima qeyûman li şaredariyê DEM Partî nake û xwest şaredarî werin desteserkirin.

Tulay Hatîmogûllari, bertekek tund nîşanî gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî da û ev tişt anî ziman:

“Hûn bi van sepanên xwe ji kurdan re dibêjin; ‘mafê we yê hilbijartinê tune ye.

Hûn ji gelê kurd û hêzên piştevaniyê didin wan re dibêjin; ‘Hûn pirsgirêkekî ewlehiyê ne.’

Hûn van gotinan ji milyonan kesan re dibêjin.

Tulay Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?

Tulay gotinên şefê faşîst yê AKP’î Erdogan ên “Em ê xwedî li îradeya gel derkevin” bi bîr xist û got:

“Ma tenê dema gel te hildibijêre dibe gel? Ma dema partiyeke din a siyasî hildibijêre nabe gel?”

Di vê çarçoveyê de Tulayê bal kişande li ser qeyûma li şarederiya Colemêrgê û wiha dewam kir:

Niha bi tayînkirina qeyûman hem îradeya siyasî xesp dikin hem jî çavkaniyên madî yên şaredariyê xesp dikin.

Ango tevgerînên çetetiyê ne. Çete diçin cihekî û sermayeya wê talan dikin û li dijî hev şer dikin.

“Di nezera mazluman de xeze Colemêrg e, Colemêrg jî Xeze ye”

Tulay Hatiomogullari destnîşan kir ku îro çi ferq di navbera zilma li Filistînê tê kirin û ya li Colemêrgê tê kirin de nîne û ev tişt got:

Îcar desthilata AKP’ê û şirîkên wê yên îro radibe ji bo Filistînê hêsrên derewîn dibarîne.

Di nezera mazluman de Xeza, Colemêrg e û Colemêrg jî Xeza ye.

Back to top button