Li Efrînê li şûna darên zeytûnan avahiyên mêtîngeriyê ava dikin

Efrîna kesk îro bûye navenda belavbûna tundiyê.
Dewleta Tirk û rêxistinên Qeterî û Îxwanî bi avakirina mêtingehan demografiya herêmê guhertine.
Heyva Sor a Qeterê jî li xwe mikur hat ku li herêmên dagirkirî guhertina demgorafî pêk tîne.
Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyarkir ku divê sûcdar werin darzanind.

Ji 2018’an ve dewleta Tirk û çeteyên wê li Efîrîna dagirkirî xêr û bêra wê talan kirine.

Dewleta dagirker bi desteka rêxistinên qeterî û yên îxwanî demografiyaya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî diguhere.

Heyva Sor a Qeterê: Li herêmên dagirkirî guhertina demografiyê pêk tê

Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmên dagirkirî avahiyên mêtîngeriyê ava kirine û îdia kir ku ev avahî ji bo koçberên Sûriyê ne.

Dewleta Tirk bi alîkariya rêxistinên navborî bi hincetên cuda yekîneyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ava dikin.

Di mêtingehan de, malbatên çeteyên xwe yên ji Sûrî û Hemasê bi cih dike.

Her wiha di van mêtîngehan de bi riya mizgeftan û Îslama siyasî hîn bêhtir fikrê tunderawiyê berfirehtir dikir.

Heyva Sor a Qeterê diyarkir ku wê bi hevkariya dewleta Tirk avakirina 13 mêtingehan li bakurê Sûriyê bi dawî kiriye.

Ji wêneyên hatine belavkirin, diyar dibe ku Heyva Sor a Qeterê, mêtingehan di zeviyên zeytûnan û darên berhemdar de ava dike.

Rêveberiya Xweser: Divê sûcdar werin darzandin

Li ser vê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxiyaniyek da û wiha got:

“Di wextekî ku em bi tundî avakirina mêtingeriyan şermezar dikin, Heyva Sor li xwe mukir hat ku li Efrîn guhertina demografî pêk tê.

Rêxistinên weke Heyva Sor a Qeterî di guhetina herêmên Sûriyê pêk tînin de, karekî ne exlaqî dike.”

Rêveberiya Xweser diyarkir ku divê hemû aliyên peywendîdar ji bo bidawîkirina van kiryarên neqanûnî bi erkên xwe rabin û sûcdaran darzînin.

Her wiha Rêveberiya eşkere kir ku ew ê bi hemû derferên xwe kiryarên dewleta Tirk yên neqanûnî teşhîr bikin.

Back to top button