Li Tirbespiyê cenazeyê şehîd El Musena hat oxirkirin

Xelkê bajarên Tirbespiyê û Çilaxa cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd El Musena El Ehmed oxir kirin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê El Musena El Ehmed 9’ê Hezîranê di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû.

Xelkê bajarên Tirbespiyê û Çilaxa ji bo oxirkirna cenazeyê şehîd El Musena li goristana şehîd Dilşêr kom bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa Feysel Mihemed sersaxî ji malbatê re xwest û diyarkir ku Her şehîdek ji bo wan rêya serkeftinê ye.

Li ser navê malbata şehîd El Musena Elî Elî, pismanê wî Leys El Ehmed axivî û got:

“Em bi şehadeta El Musena serbilind in.

Em soz didin em ê li ser şopa şehîdan têkoşînê berdewma bikin.”

Dawiyê de, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button