Dewleta Tirk a dagirker li Minbicê kesek sivîl birîndar kir

Dewleta Tikr a dagirekr û çeteyên wê îro li gundewarên Minbicê êrişî welatiyan kir.
Di encamê de kesek birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyekî gundê Eûn El-Dadat ê gundewarên bakurê Minbicê birîndar kir.

Li gorî agahiyan îro saet 17:30’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyê bi navê Mihemed El-Casem ê (45) salî dema li ser erdê xwe dixebitî hedef girtin.

Mihemed El-Casem di encama êrişê de ji lingên xwe ye çepê birîndar bû.

Piştre ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneya texsusî a Minbicê û niha rewşa wî baş e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser gundên girêdayî Kantona Minbicê yên li eniyên şer zêde kirine.

Back to top button